Cîhan
Yunanistan: Divê Tirkîye hatina penaberan bo Ewrûpayê kontrol bike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis îro Înê Tirkîye tawanbar kir ku krîza penaberan ya Ewrupayê li gor berjewendîiya xwe bi kar tîne.
Mitsotakis got ku Tirkiye dikare herikîna penaberan ya ji Ewrûpa re bigire, lê nake.Mitsotakis li Parlamana Yunanî got.
“Divê bi zelalî bêjim ku pêdivî ye Tirkiyê berpirsîya hatina penaberan ya ji Ewrûpayê re rake ser milê xwe û kontrola ser Derta Ege xurtir bike. Nayê pejirandin ku Tirkiyê vê pirsgirêkê jibo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk bixebitîne,”
Yunanistan xala yekê ya penaberên neqanûnî ye ku ji Tirkiyê tên û dixwazin xwe bigehînin nav axa welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE).