Cîhan
Yunanistanê bang li Yekîtiya Ewropa kir ku dorpêçan ser Tirkiyê bisepîne
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias, ji ber peymana bikaranîna qadên deryayî ya Tirkiye û Libyayê bang li Yekîtiya Ewropayê kir, heger Tirkiye li gorî hiqûqa navdewletî tevnegere dorpêçan li ser bisepînin.
Nikos Dendias, ji YEyê xwest ku bi awayekî eşkere peymana navbera Tirkiye-Libyayê şermezar bikin û got, “Yunanistanê li ser mijarê piştgiriyeke tam û berfireh ji welatên Fransa, Îtalya, Qibris û Holandê standiye.”
Dendias herwiha destnîşan kir, wê Yunanistin ji bo mafên xwe yên serweriya li Derya Spî yên xwezayî biparêze çi pêwîst be bike.
Herî zêde Yunanistan û Misir li dijî peymana Tirkiyê ya bi hikûmeta demkî ya Libyayê re pêk aniye derdikevin ku Tirkiye dixwaze lêgerînên li ser Deryaya Spî bo neft û gazê zêde bike.