Yunanîstanê hisyar kir: Rews, ber bi ser ve diçe!
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarekî leşkerî yê Yunanîstanê ve rewşa navbera Tirkiye û Yunanîstanê hat nirxandin. Di nirxandina hat kirin de hişyarî li qada navneteweyî û partiyên Yunanîstanê hat kirin ku rewş ber bi şer ve diçe.
Wezîrê Berê yê Berevaniya Yunanîstanê Evangelos Apostolakis ê ku niha jî Serokê Rûmetê yê Sererkaniya Giştî yê Yunanîstanê ye, li ser acizî û aloziya navbera Atîna û Enqereyê axivî.
Evangelos Apostolakis, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên 2023yan ku dê Yunanîstan û Tirkiye biçinê, got ku
“Ji ber rewşa navbera herdu welatan, divê her kes xwe ji bo senaryoya herî nebaş amade bike. Lewra rewş, ber bi şer ve diçe. Xelkê Yunanîstanê, ji dîrokê ve li hember zehmetiyan rû bi rû maye û bersiva xwe jî daye. Divê her kes; opozîsyon jî û dostên me jî di wê ferqê de bin ku metirsiya şer heye.”
Her wiha hat diyarkirin ku Apostolakis di dawiya axaftina xwe de bang li rayedarên Enqereyê jî kiriye û gotiye ku
“Neyeta ku hikûmet, partî yan jî kesekî/ê li Atînayê tuneye ku dest ji mafên xwe yên ku bi zagonên navneteweyî hatine bidestxistin, berde. Divê ev jî wisa bê zanîn.”