TR KU SO
FB X
Cîhan

Zanyarê siyasî yê Alman Rügemer: Desthilata DYAyê ya li ser Almanya her diçe kûrtir dibe

Admin M
Nivîskar
📅 24 tebax 2026 14:29

PeyamaKurd – Zanyarê siyasî û endamê konseya rêxistina dinyayê ya ekonomi-polîtîk Dr. Werner Rügemer, di hevpeyvîna ku daye RRNê de ragihandiye ku Almanya bûye keleha leşkerî û aborî ya Amerîkayê.

Rügemer balê kişandiye ser pêwendiyên sermayê yên serokwezîrê Almanya Friedrich Merz yên berê ku bi Amerîka re hebûne û got kargehên sanayiya biçûk li Almanya îflas kirine, şîrketên mezin kara xwe dişînin welatên derve û ketine rewşa ku aboriya Almanya bi welatên derve re hatiye girêdan.

Dr. Werner Rügemer ragihandiye ku li seranserê Almanya li dora 40 baregehên Amerîkayê yên leşkerî hene û ev jimar dike weka jimara baregehên Amerîka ku li 29 welatên endamên NAYTOyê hene. Ev jî nîşan dide ku Almanya çendîn ji aliyê leşkerî ve bi Amerîka re hatiye girêdan.

Rügemer got ku aliyê siyasî ji aliyê leşkerî derbas kiriye û gihaye encamekî bindestiya aboriyê. Zanyar bibîr xist ku serokwezîrê Almanya Friedrich Merz berê di şîrketên hûqûqê yên Amerîka de û di şîrketa veberhênanê ya Amerîka di BlackRock de di asta bilind de rêvebirî kiriye. Rügemer her weha got ku serokwezîr di şîrketên Amerîka de yên ku li Almanya dixebitin. Şîrketa BlackRock bûye ortaxê herî mezin yê şîrketa Almanya ku şîrketa sanayiya bergiriya Almanya ye.

Rügemer got ku ev rewş li Almanya aboriyekî dualî çêdike, şîrketên ku di endeksa DAXê de cîh digrin, karên mezin bi dest dixin û sermayên xwe dişînin Amerîka û Çînê. Lê bi van kiryaran sanayiya navçe ya Almanya (Mittelstand) û xelkê Almanya her diçe bi krîza ku kûr dibe re rû bi rî dimînin.

Rügemer, her weha ragihand ku şîrketên weka Amazon, Meta û Google ku temamên wan şîrketên mezin yên Amerîkane, li Almanya temamê avahiyên bingehîn yên doneyan xistine destên xwe.

Rügemer, got ku Merz li gor berjewendiyên xelkê Almanya tevnagere, bi xêra şîrketên şêwirmendiyê yên Amerîka, yekîneyên hukumetê û weşanên medyayê yên weka ARD, ZDF, DLF li ser desthilatê dimîne.

Parve bike: