TR KU SO
FB X
Cîhan

Zaxarova: “Kesî rola cendirmetiya cîhanê nedaye Amerîka-Ewropa”

📅 13 nîsan 2018 03:26

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova hişyarî da Amerîka û welatên rojavayî ku encamên êrişa leşkerî ya ser Sûriyê bifikirin û bizanin ku dê çi encama wê çêbe û got: “Kes ew desthilatdarî ji wan re nedaye ku wisa reftar bikin.”

Mariya Zaxarova rexne li siyaseta Amerîka-Ewropa girt û diyar kir, ku kesî ew desthilatdarî ji wan re nedaye ku wisa reftar bikin û ew him bibin dozger û him jî dadger.

Zaxarova bal kişan ser û wiha îfade kir: “Em hemû endamên berpirsiyarên civaka navdewletî vedixwînin wê yekê ku encamên gengaz ên wiha tometbarkirin, gefxwarin û heta pratîkên plandanînên zêdetir, bifikirin. Tu kesî desthilatdarî ji serkirdeyên Amerîka-Ewropayê re nedaye, ku rola cendirmeya cîhanî bigrin û di heman demê de bibin lêkolîner, dozger, dadger û cîbicîkar.”

Parve bike: