Cîhan
Zelenski bi Biden re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenski li payîtexta Lîtvanya li Vilniusê bi serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin kir. Zelenski li ser hevdîtinê weha got:
“Me bi serokê Amerîkayê Joseph Biden re li Viniusê hevdîtinekî vatedar û xwurt kir. Em bi hûrayî behsa rewşa cepha şer, şiyanên xwe, bergiriya di wexta dirêj de, hevkariya xwe û pêvajoyên hundir yên Rûsyayê axifîn. Di şerê me de Amerîka her wext li pişta me rawestiyaye. Em desteka Amerîkayê teqdîr dikin. Ji ber desteka Rûsyayê ya ji îşxala Rûsyayê heya niha, desteka leşkerî, malî û siyasî ya ku daye me, ji bo serokê Amerîkayê, kongre û xelkê Amerîkayê bi şexsê xwe sipas dikim.”