Cîhan
Zelenski: Me destpêkir li ser hinek tistan lihev bikin
PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Vlodimir Zelenski, li ser hevdîtinên bi Rûsyayê re axifî û got:
“Bi heyeta Rûsya re li ser hinek mijarên sereke hevdîtinan kirine û li ser hinek tiştan lihev kirine. Rûsya di dîroka xwe de tiştên nedîtî li Ûkraynayê jiya. Ev bi deh salaye ku derba herî mezine li Rûsya dikeve. Ji destpêka şer heya niha 31 grûbên tabûr-taktîkê me ji nav bir.
Ez di nav NATO de ji bo em bibin endan yekfikriya endaman nabînim. Rojava têra xwe neket nav muzakereyan. Dijmin tenê bi îmhakirina me hemûyan dikare bikeve nav Kîevê.
Di şûna ku em fermanan bidin hev, me dest bi hevdîtinên li ser mijarên berbiçav kir û em li ser wan diaxifin.”