TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: Agahiyên me yên xwes hene

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 îlon 2022 18:30

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên wan li herêma Kharkivê hin deveran rizgar kirine.

Volodimir Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke bi vîdeo parve kir û di peyama xwe şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Zelenskiy li ser pêşhatên şer got ku hêzên wan li herêma Kharkivê hin cihan ji destên hêzên Rus rizgar kirine û got,

“Vê hefteyê ji herêma Kharkivê, agahiyên xweş hene. Niha, dema wê nîn e ku em van cihên ku alaya Ukraynayê lê hatine libakirin, bi nav bikin.”

Nêzîkî hefteyek e ku hêzên Ukraynayê, li hinek deveran ji parastinê derbasî êrîşê bûbûn û li gorî agahiyên ku di çapemeniya Ukraynayê de hatine ragihandin; hêzên Ukraynayê, li Kharkivê jî dest bi êrîşa li dijî hêzên Rus kirine.

Parve bike: