Cîhan
Zelenskiy: Em dest ji Kirimê bernadin
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ragihand ku ew ê hêzên Ukraynayê tu carî dest ji Kirimê bernedin û heta bi dest bixin jî ew ê şer bikin.
Volodimir Zelenskiy eşkere kir ku heta Kirim car din bikeve bin kontrola wan, ew ê bi hemû hêza xwe şer bikin. Zelenskiy got,
“Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, ji Kirimê dest pê kiribû û divê ev şer, bi rizgarkirina Kirimê re jî bi dawî bibe. Em ê tu car ji bîr nekin ku şerê li dijî Ukraynayê, bi dagirkirina Kirimê dest pê kiribû.”
Li ser Kirimê, meha borî Serokê Berê yê Dewleta Rusyayê Dimitry Medvedev ku niha Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiya Rusyayê ye, dabû zanîn ku hedefgirtina Kirimê, ji bo Ukraynayê dê were wateya kiyametê.