Zelenskiy gef xwar: Em ê leskeran bikin hedef
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di derbarê êrîşên li dijî santrala nukleerî ya Zaporijyayê de daxuyanî da û gef li Rusyayê xwar. Zelenskiy ragihand ku ew ê di hegereke wisa de leşkerên Rus bikin hedef.
Volodimir Zelenskiy, di axaftina xwe ya banga neteweyî de daxuyaniyeke girîng da û ragihand ku ew ê di hegera êrîşên li dijî Zaporijyayê de leşkerên Rus bikin hedefa xwe û ew ê bikujin.
Zelenskiy bi berdewamî got,
“Rusya, bi bombardûmana li dijî santrala nukleerê, provokasyonên xwe daîmî kirine û hewil dide li dijî dewleta me û cîhana azad, şantajê bike. Her leşkerekî Rus ê ku êrîşî santralê bike û santralê ji bo xwe wekî mertal bi kar bîne, dê ji aliyê hêzên me yên artêşê, îstîxbaratê û serwîsa taybet ve bibin hedef.”
Êrîşeke xetere çêbûbû
Îro jî ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hatibû ragihandin ku wan êrîş biriye ser depoya pergalên moşekên HIMARSê yên Amerîkayê dabûn artêşa Ukraynayê û rayedarên Rus bi rêya vê daxuyaniyê ragihandibû ku vê êrîşê zerar daye santrala hîdroelektrîkê û ev jî dê bibe sedem ku santrala Zaporijyayê bikeve bin bandorê.