TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: Me bi Erdogan re astiya Rojhilata Navîn gotûbêj kir!

Admin H
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2023 12:48

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand ku wî roja şemiyê ligel Serokamarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêwendiyeke telefonî pêk aniye û wan aştiya Ukraynayê, ewlehiya xwarinê û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kiriye.

Zelensky li ser kanala Telegramê got: "Me li ser gera bê ya guftûgoyên li ser aştiyê ya ku dê li Maltayê çêbibe gotûbêj kir. Tirkiye jî dê beşdar bibe û deng û helwesta xwe ya fermi nîşan bide."

Serokê Ukraynayê destnîşan kir: "Me herwiha rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kir û li ser pêwîstiya dabînkirina parastina sivîlan û rêzgirtina li yasayên mirovî, li hev kir.’’

Parve bike: