TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: Ne em, Rusya li peyî lîstikên qirêj e

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 mijdar 2022 19:30

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Vlolodimir Zelenskiy, bi rêya peyameke bi vîdeo, hem îdiayên Rusyayê yên li ser bikaranîna bombeya qirêj hem jî li ser rewşa lêkolînên xisarên li ser tesîsên nukleerî axivî.

Volodimir Zelenskiy, bi rêya daxuyaniyê bal kişand ser êrîşên hêzên Rus ên li dijî binesaziya enerjiyê û rûxandinên li dijî santralên nukleerî. Zelenskiy, li ser encamên lêkolîna rayedarên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) û da zanîn ku di lêkolîna li 3 tesîsên nukleerî de hatiye kirin, rastî çalakî an jî alavan nehatine.

Zelenskiy got, “Me UAEAyê vexwend ku werin kontrolê bikin. Me azadiya tevgerînê ya di nav tesîsên nukleerî de da wan û delîlên me yên cidî hene ku tu kes li Ukraynayê bombeyeke qirêj çênake yan jî dê çêneke.”

Serokê Ukraynayê, li ser îdiayên rayedarên Rusyayê jî axivî û got ku

“Ne Ukrayna, Moskow li peyî lîstikên qirêj e. Êrîşên hêzên Rus ên li dijî binesaziya enerjiya Ukraynayê zêde bûne û ev yek jî bûye sedema xisarê ku 4,5 milyon kes ji xizmeta elektrîkê bêpar bimînin. Xwespartina terora enerjiyê ya Rus û derbasbûna ji vê azmûnê, niha yek ji erka me ya neteweyî ye.”

Di meha borî de ji aliyê rayedarên Rusyayê ve hatibû îdiakirin ku dê hêzên Ukraynayê li ser axên xwe li dijî Rusan Bombeya Qirêj bi kar bînin û dê vê tawanê jî bihavêjin ser Rusyayê.

Parve bike: