Zelenskiy: Peymana dexil û dan hat dirêjkirin!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku peymana dexil û dan a ku dema wê bi dawî dibe, dê were dirêjkirin.
Volodimir Zelenskiy, li ser peymana dexil û dan a navbera Rusya û Ukraynayê ku di bin çavdêriya rayedarên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatibû destnîşankirin, agahî parve kirin. Zelenskiy di peyama xwe got,
“Peymana dexil û dan, dê ji bo 120 rojan were dirêjkirin. Ukrayna, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ji bo têkoşîna li dijî qeyrana xurekan, biryareke kilîlê da. Ji hevkarên me yên Tirkiye û NYê, daxuyaniyeke fermî tê payîn.”
Peymana korîdora dexil û dan, di 22yê Tîrmeha 2022yan de bi mazûvaniya rayedarên Tirkiyeyê, li stenbolê hatibû destnîşankirin û dema peymanê, 2 rojên din ango di 19ê Mijdarê de bi dawî dibe.