Zelenskiy: Rûsyayê bi moşekên Koreya Bakur êrîşî Kîevê kir
PeyamaKurd - Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku di êrîşên balîstîk ên artêşa Rûsyayê yên ser paytexta Ûkraynayê Kiyevê de, moşekên Koreya Bakur ên bi navê KN-23 hatine bikaranîn.
Zelenskiy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di encama lêkolînên li ser ciyê bûyerê de hatiye tespîtkirin ku li tesîseke enerjiyê ya girîng moşekên ku ji aliyê Koreya Bakur ve hatine hilberandin û dabînkirin teqiyane.
Zelenskiy da zanîn ku Rûsyayê bi giştî 36 moşekên balîstîk avêtine herêmê û tenê 4 ji wan ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine xistin.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî, KN-23 mûşekeke balîstîk a kinmezenkî ye ku xwediyê menzileke nêzîkî 690 kîlomitran e û ji ber taybetmendiyên xwe ji bo pergalên parastina hewayî zehmetiyên mezin çêdike.