Zelenskiy serdana leskerên li eniyê kir
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy li herêma Zaporizhia ya Ukraynayê leşkerên li eniya şer ziyaret kir.
Di dema ku şerê navbera Rûsya û Ukraynayê ji Sibata 2022an vir ve berdewam dike, Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy li herêma Zaporizhia ya Ukraynayê serdana leşkerên li eniya şer kir.
Zelenskiy ku li mewziyên wan ên pêş ên li nêzî gundê Robotyne yê li ser xeta şer bi leşkeran re hevdîtin kir, madalya li leşkeran belav kir.
Zelenskiy diyar kir ku rûmet e li gel leşkeran e, Zelenskiy diyar kir ku leşker ji bo paşvekişandina dijmin û parastina Ukraynayê xwedî erkek dijwar û krîtîk in.
Gundê Robotyne yê başûr-rojhilat, ji aliyê artêşa Ukraynayê ve di encama êrîşeke dijber a li dijî hêzên Rûsyayê, di dawiya Tebaxa sala borî de hat rizgarkirin.