Cîhan
Zelenskiy: Ukrayna ji bo sewqîyata genim amade ye!
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy, serdana bendera Çernomorskê kir û çavdêriya amadekariyên hinardekirina zadê Ukrayna bo bazarên cîhanê kir.
Zelenskiy li bendera Çernomorskê ku yek ji 3 benderên veguhestina zad a Peymana Stenbolê ye ragihand, Ukrayna ji bo sewqîyata zad amade ye, em ji bo destpêkirinê li benda îşaretekê ne.
Herwiha Zelenskiy diyar kir ku ji bo bicihanîna peymana hinardekirina zad bi Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî re di nav pêwendiyê de ne û bendewariya bicihanîna peymanê dikin.