Zelensky: Emê tevahiya herêmê rizgar bikin, ji bo Rûsan bijardeya herî bas rev e!
PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, di gotara xwe ya banga netewî de rewşa dawî ya şerê dijî Rûsyayê nirxand û agahîyên dawî yên meydanî dan.
Zelensky da zanîn ku wê aştî bi bilindkirina ala Ukraynayê pêk were û got: “Wê Ukrayna her tim li xwe vegere. Em vê baş nîşan didin. Wê tevahiya herêma Donetskê bê rizgarkirin. Rûsyayê tenê êş û azar anîn. Wê aştî çêbibe, bi ala Ukrayna û artêşa me wê aştî were.”
Di dewama axaftina xwe de Zelensky diyar kir ku ji destpêka meha Îlonê ve bi qasî 2 hezar kîlometre erda Ukraynayê ji destê Rûsyayê hatiye rizgarkirin û wiha got:
“Di encamê de revîn ji bo Rûsan bijardeya herî baş e. li Ukraynayê cihê dagirkeran nîne û wê nebe jî. Lê cardin dibêjin, heger leşkerên rûsî û hêzên rûsî ditirsin vegerin Rûsyayê, wê dîlên bikevin destê artêşa me li gorî Peymanên Cenevê mameleyê bibînin. Em vê garantî dikin.”