Cîhan
Zelensky: Me fêm kir ku em ê nebin endama NATOyê!
PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky li Kîevê bi Serokomarê Estonyayê Alar Karis re civiya.
Piştî hevdîtinê, ofîsa seroktiya Ukraynayê ragihand ku di civînê de, bihêzkirina dorpêçên ser Rûsyayê, entegrasyona Ukraynayê bo Yekîtiya Ewropayê û çalakiyên navnetewî yên sala 2023yan hatine gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku Zelensky di civînê de gotiye, “Em ê ti welatekî NATOyê nekişînin nava şer. Lewma jî di dema berdewama vî şerî de, em fêm dikin ku em ê nebin endama NATOyê. Ne ku em naxwazin, lê nepêkan e.”
Herwiha hat bibîrxistin ku Zelensky derbarê formula aştiyê ya ligel Rûsyayê jî Karis agahdar kiriye.