TR KU SO
FB X
Cîhan

Zerîf: Niyeta me tine ku em bibin xwediyê çekên atomî

📅 28 gulan 2019 14:29

Peyamakurd - Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ji Twitterê ragihand ku ew li çekên atomî nagerin. Zarîf da zanîn ku rêberê olî yê Îranê Xamaney ji zû de çekên atomî qedexe kirine.

Cewad Zerîf ser fişarên Amerîka yên dijî Îranê got ku ‘”terora aborî ye’’ û diyar kir ku siyaseta serokê wî welatî Donald Trump ragêşiya li herêmê gur dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdana Japonyayê de gotibû ku ew ê piştgiriyê bide serokê wî welatî Shinzo Abe ku di navbera Washington û Tehranê de navbeynkariyê çêke.

Parve bike: