TR KU SO
FB X
Cîhan

Zerîf welatên Ewropayê tehdîd kirin

📅 16 îlon 2018 04:10

 PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf, got: Yekîtiya Ewropayê ger  wisa  li hember derketina Amerîkayê ji hevhatina atomî sersar be divê li benda bersiva vê helwesta xwe ji aliyê Îranê ve be.

 Zerîf bal kişand ser wê yekê ku Ewropa û welatên din ên rêkeftina atomî îmze kirin divê bi hin tevdîran, bandorên boykotên Amerîkayê dijî Îranê bêencam bikin û got: Ger Ewropa li hember derketina Amerîkayê bertekê nîşan nede, ihtimala zêdebûna zengînkirina uranyomê ji aliyê Îran ve heye.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha muzakereya bi Donald Trump re red kir û destnîşan kir: Ji bo van muzakereyan tu bingehek tune û tenê ger Amerîka vegere reng e Tehran li bara van cure muzakeran fikrê bike .

Parve bike: