Zeydî: Erkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dawî bû
PeyamaKurd - Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê derbarê bi dawîhatina fermî ya erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya li welat daxuyaniyek belav kir.
Li Bexdayê bi boneya "Roja Serweriyê" û dawîhatina misyona Hêzên Hevpeymaniyê yên li dijî DAIŞê merasîmeke mezin bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, fermandarên artêşê û fermandarên hêzên hevpeyman hate lidarxistin.
Di merasîmê de Serokwezîr Elî Zeydî axivî û got: "Bi rengekî fermî bidawîhatina erka Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê radigihînim.
Iraq îro berhema qurbaniyên mezin diçîne û hêzên me yên ewlehiyê bi hemû pêkhateyên xwe ve kontrola ewlehî û meydanî li ser tevahiya herêmên Iraqê sepandine."
Zeydî her wiha anî ziman ku ev gav nayê wateya bidawîbûna şerê li dijî terorê, belkî nîşaneya derbasbûna Iraqê ya bo qonaxeke nû ye ku tê de bi serbixwe berpirsiyariya parastin û seqamgiriya welat digire ser milên xwe.