Zeydî: Yên giliyê gendelkaran bikin wê xelata pere bistînin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî pêngaveke nû derbarê operasyonên gendeliyê de avêt û ragihand ku yên giliyên kes û kesayetên dewletê ku gendelî kirine û bertîl xwarine bike wê bi pere bên xelatkirin.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriyê ragihand ku Zeydî bang li hemû welatiyên Iraqê kiriye û xwestiye, derbarê mal û milkên giştî yên ku bi rêyên neyasayî û sûcên gendeliyê hatine bi dest xistin, zanyarî û agahiyan parve bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku agahdarkirina welatiyan dê alikariyeke mezin bide tespîtkirin û vegerandina samanên dewletê bo xezîneyê, ku ev yek weke berpirsiyariyeke ehlakî û niştimanî ye.
Herwiha Serokwezîr Zeydî, daye zanîn ku ew dê di çarçoveya qanûnên di meriyetê de xelateke darayî û madî jî bidin wan kesên ku zanyariyên dirust radestî saziyên fermî dikin.