Cîhan
Zilam di êrîşa ser malê de jina xwe û malxezûranê xwe kuşt
PeyamaKurd – Li bajarê Antalya yê Tirkiyê li navça Korkuteli, Sefer Coşkun (38) ê ku bi jina xwe re li hev nedikir û li ber hevberdanê bûn, dozger biryara dûrkirina wî ya ji malê dabûyê.
Paşî Sefer Coşkun diçe mala xezûrê xwe ku jina wî jî li mala bavê xwe ye. Coşkun bi çekê li jina xwe, xesû û xezûrê xwe dixe. Di êrîşê de her 3 kesa mirin.
Her sê kesên hatine kuştin; hevjîna Sefer Coşkun Ayşegül Coşkun (36), bavê wê Ahmet Engel (65) û diya wê Cemile Engel (63) in.
Li ser agahdarkirina polîsan, dema polîsbi tîmên tenduristiyê re gihan mala kuştinê, dîtin ku her sê kes jî can dane.
Di wexta kuştinê de 3 zarok li malê bûn û dewlet wan xistiye binê parastinê. Niha cendirme û polîs ketine pey Sefer Coşkun da wî bigrin.