TR KU SO
FB X
Kurdistan

12 geştên Hewlêr û Silêmaniyê hatin betalkirin

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2026 17:35

PeyamaKurd - Rêvebirên balafirgehan ragihandin ku geştên asmanî bi rêya balafirgehên navneteweyî yên Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê berdewam dikin, lê ji ber aloziyên vê dawiyê tenê hinek geşt hatine betalkirin.

Rêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar diyar kir ku rewşa giştî asayî ye û xetên asmanî vekirî ne û bal kişand ser ku ji 25 geştên îro 12 geşt hatine betalkirin, lê ev biryar ji aliyê wan kompanyayên biyanî ve hatiye girtin ku beriya çend rojan ji ber şerê Îran û Amerîkayê firînên xwe rawestandibûn.

Li aliyê din Rêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ya Silêmaniyê Rêbaz Mihemed jî eşkere kir ku tenê geşta Stenbol–Silêmaniyê ya kompanyaya AJETê hatiye betalkirin, lê firînên bajarên wekî Medîne, Doha, Bexda û Emanê di dema xwe de birêve diçin.

Ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê jî Berpirsê Ragihandinê Herdî Semed da xuyakirin ku geşt bi rêya kompanyayên "Iraqi Airways" û "Fly Erbil"ê bê astengî berdewam dikin û aloziyên herêmî bandor li ser operasyonan nekiriye.

Parve bike: