14 hezar malbatên Serê Kaniyê amadekariya vegerê dikin
PeyamaKurd - Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Zehra Semo ragihand ku wan amareke hûrgilî li ser koçberên herêmê amade kiriye û di vê çarçoveyê de navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin ser cih û warên xwe hatine tomarkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Semo diyar kir ku ev lîste radestî hikûmeta Sûriyeyê û hemû aliyên pêwendîdar ên dosyeya vegerê hatiye kirin da ku pêvajoya vegerê bi rengekî birêxistinkirî bi rê ve biçe û mafên koçberan werin parastin.
Herwiha destnîşan kir ku piştî bidawîhatina vegera koçberên Efrînê, dê rêya vegera koçberên Serê Kaniyê jî vebe.
Zehra Semoyê herwiha eşkere kir ku ew di asta yasayî û mirovî de xebatên xwe didomînin da ku vegereke ewle û birûmet ji bo koçberan dabîn bikin û niha kar li ser temamkirina gavan tê kirin ku koma yekem a koçberan vegere xaka xwe. Semo da zanîn ku civînên wan ên bi şandeya Serokomariya Sûriyeyê re ku ji bo bicihanîna peymana di navbera Şam û HSDê de hatiye avakirin dê berdewam bikin.