TR KU SO
FB X
Kurdistan

15 kesên li gorî qedexeya derve ya koronayê tevnegeriyan hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 03 hezîran 2020 20:56

PeyamaKurd - Li welatê Afrîka Kenyayê hêzên ewlehiyê di çarçoveya tedbîrên vîrusa korona ya nû Covid-19ê de, kesên ku dema qedexeya derve û çûnûhatinê derketin derve bi destê polîsan hatin kuştin.

Medya Kenyayê ragihandiye ku Seroka Saziya Çavdêriya Serbixwe ya Polîs (IPOA) Anne Makorî gotiye; li gor lêpirsînên IPOA kirine ji ber qedexeya çûnûhatinê ya Covîd-19ê 15 kesên li gor wê qedexeyê tevnegeriyane ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.

Makorî diyar kiriye, li welat 31 polîsan îşkence li sivîlan kiriye û ji meha Adarê heta niha jî 81 kesan derbarê polîsan de gilî kirine.

Li Kenyayê heta niha 2 hezar û 93 nexweşên vîrusa korona hene û 71 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Parve bike: