Kurdistan
2 balafirên B-52 yên Amerîkî ji ser Îsraîlê ve derbasî Kendava Besrayê bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser gefên Îranê yên dijî keştiyên bazirganî yên welatan, 2 balafirên din ên B-52 yên bombardimanê yên Amerîkî ji ser qada asmanî ya Îsraîlê derbasî Kendava Besrayê bûn.
Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlî di nav du mehan de ev cara pêncemîn e ku balafirên bombardimanê yên Amerîkî ji ser Îsraîlê derbasî Kendavê dibin.
Derbarê sedema şandina B-52yên Amerîkayê bo Kendava Besrayê ti agahiyek nehat parvekirin, lê tê gotin ku li hember gefên Îranê yên ser keştiyên di kendavê de derbas dibin ew balafir hatine şandin.