TR KU SO
FB X
Kurdistan

2 hezar şervanên YBŞyê tevlî hêzên Iraqê dibin

Admin H
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2026 09:37

PeyamaKurd - Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di çarçoveya rêkeftina di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de, îro duşemê 2 hezar endamên çekdar ên YBŞyê bi fermî tevlî hêzên ewlehiyê yên Iraqê dibin.

Tê payîn ku merasîma tevlîbûnê li Çiyayê Şengalê bi beşdariya fermandarên payebilind ên her du aliyan bê lidarxistin û pişt re hûragahiyên rêkeftinê bi daxuyaniyeke hevbeş ji bo raya giştî bên ragihandin.

Zanyarî destnîşan dikin ku di qonaxa yekem de ev 2 hezar kes dê li ser artêş, polîs û hêzên Heşdî Şebî yên Iraqê bêne dabeşkirin.

Her wiha çavkaniyên navxweyî ragihandin ku di qonaxên piştre de jî tê texmînkirin ku nêzîkî 3 heta 4 hezar şervanên din ên xelkê herêmê tevlî van hêzan bibin.

Çapemeniya ku merasîmê bişopîne bi çend dezgehên taybet hat kêmkirin.

Parve bike: