Kurdistan
2 lesker jiyana xwe ji dest dan, 2 birîndar
PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku li herêma Başûrê Kurdistanê, li devera Heftanînê, ji aliyê hêzên PKKê de bi topan li leşkerên Tirkiyê xistine û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne.
Li gor ragihandina wezaretê; bersiva rêxistinê ya PKK ê hatiye dayîn lê encama bersivdanê heya niha nehatiye aşkerakirin. Nehat gotin bê leşkerên Tirkiyê yên li kîjan aliyê sînorin ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hêzên Tirkiyê hene.