Kurdistan
2 pasdaran kustin û 5 pasdar jî birîndar kirin
PeyamaKurd- Li got rêxistina mafên mirovan ya bi navê Hengawê; li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Senendajê, li navçe ya Dîwandere, li çiyayê Çilçemeyê, di navbera hêzên Kurdistanê û pasdarên Îranê de şer û pevçûn çêbû. Di encama şer û pevçûnê de 2 pasdar jiyana xwe ji dest dan û 5 pasdar jî birîndar bûn.
Terefê Îranê jî mijarê piştrast kiriye. Fermandarê Îranî Şekiba Selîmî gotiye ku 2 pasdarên wan yên bi navê Cafer Nîzampûr û Mihemed Şekirî jiyana xwe ji dest dane.
Heya nihat ragihandin bê kîjan hêzên Kurdistanê vê bûyerê kirine û bûyerê negirtine aliyê xwe.