TR KU SO
FB X
Kurdistan

2 xwusk di Çemê Zorava ya li Dihê de fetisîn

Admin M
Nivîskar
📅 14 tebax 2021 01:05

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navçeya Dihê 2 xwuşkên bi navên Gule (13) û Hasret Nas (15) ketin ava Çemê Zorava û zêde di ser de neçû ketin ber pêlên avê.

Piştî li her dû xwuşkan geriyan wan ji nava avê derxistin û her dû jî xeriqî bûn. Tîmên UMKE û yên 112 an wan birin nexweşxana dewletê ya Dihê (Eruhê).

Lê nema doktor karibin bo wan tiştekî bikin û her dû xwuşk jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Parve bike: