TR KU SO
FB X
Kurdistan

28 efserên HSDê ji bo perwerdeya leşkerî diçin Şamê

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2026 20:38

PeyamaKurd - Çavkaniyeke pilebilind a leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku di nava sê rojên bê de, 28 efserên HSDê dê berê xwe bidin Koleja Leşkerî ya li ser bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Ev koma yekem e ku ji bo wergirtina perwerdeya fermandariyê diçe Şamê û ji 18 efserên herêma Cizîrê û 10 efserên herêma Kobaniyê pêk tê. Tê çaverêkirin ku ev perwerde di navbera 6 meh û salekê de bikişîne û armanc amadekirina fermandaran ji bo lîwa û ketîbeyên nû yên ku li gorî peymana 29ê Çileya 2026an bên avakirine.

Dê pileyên bilind ên leşkerî wergirin

Piştî bidawîhatina dewreya perwerdeyê, ev efser dê pileyên fermandariyê yên wekî mîrlîwa û serheng wergirin û wekî fermandarên lîwayan dest bi erka xwe bikin.

Li gorî çavkaniya ku agahî daye Rûdawê, ev gava yekem e û di paşerojê de biryar e komeke din a efseran jî ji bo perwerdeya fermandariya seriyeyan bê şandin. Ev liv û tevgera nû wekî qonaxeke girîng a kordînasyona leşkerî ya di navbera HSD û hikûmeta navendî ya Sûriyeyê de tê nirxandin.

Parve bike: