TR KU SO
FB X
Kurdistan

28 sal bi ser rizgarbûna Zaxo re derbas bûne

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2019 22:06

PeyamaKurd - 28 sal bi ser rizgarkirina bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis re derbas dibe. Dema Zaxo rizgar bû, rojnamevanên biyanî karîn derbasî Kurdistanê bibin.

Îro 13 Adarê, bîst û heştemîn salvegera rizgarkirina bajarê Zaxo ji destê rêjîma Beis ya Iraqê ye. Xelkê bajarê Zaxo jî mîna xelkê deverên din yên Kurdistanê li dijî zilm û zora rêjîma Beis rabûn ser piyan û karîn bajarê xwe rizgar bikin.

Di navbera rizgarbûna Zaxo û deverên din yên Kurdistanê de ferqek mezin hebû, ew jî ew e ku dema Zaxo rizgar bû rojnamevanên biyanî karîn bi rêka sînorê Îbrahîm Xelî/Xabûr re derbasî Kurdistanê bibin û rûdanên Kurdistanê bo derve nîşan bidin û rûmal bikin.

Bajarê Zaxo girêdayî parêzgeha Duhokê ye û li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê ketiye. Nifûsa wî bajarî derdora 200 hezar e.

Parve bike: