3 birarên di otomobîla ku ketibû kanala avê de mirin li kêleka hev defin kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Karamanê otomobîla ku wergeriyabû nav kanala avê û tê de 3 bira can dabûn, cenazên wan birin navça Sêwerek a bi ser bajarê Rihayê li gundê Badirka Îzola (Kesmekaya) li kêleka hev defin kirin.
Qeza, do (16.06.2026) êvarê li nêzî gundê Kızıkê yê girêdayê bajarê Karamanê çêbû. M.İ. otomobîlê dajot û di dema di ser pirê de derbas dibû, desthilata otomobîlê ji dest çû. Otomobîl gêr bû nav kanala avê.
Kesên li der û dorê, tîmên îtfaiyê, tenduristiyê bi hevre bav, dê û her 2 zarokên wan bi saxî ji avê derxistin. Lê Mehmet Mustafa (4), Ramazan (12) û Mehmet Sinan İzol (5) li ciyê qezayê can dan.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Karamanê.
Piştî amadekirina belgeyên her sê birayan, cesedên wan birin navça Sêwerekê. Piştî limêja esrê cenazên her sê birayan li gundê Badirka Îzolan li kêleka hev defin kirin.