Kurdistan
3 kesên li Mersînê êrîsî malbata Hewlêrî kiribûn hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 3 kesên êrîşa nijadperestî li dijî malbata Hewlêrî li bajarê Mersîn ê Tirkiyê pêk anîne hatine binçavkirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ji medya Kurdistanê re ragihand ku Konsulê Tirkiyê pêwendî bi wî re kiriye û desteserkirina 3 kesên êrîşkar ragihandiye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku kesên bi navên M.F.O, M.B.S. û S.O hatine binçavkirin.
Piştî bûyerê Baroya Amedê jî ketibû tevgerê û heyet ji bo şopandina rewşê û cezakirina êrîşkaran çûbû Mersînê.