TR KU SO
FB X
Kurdistan

350 koçberên ji Sûriyê ji Kampa Holê hatin derxistin

Admin H
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2020 00:09

PeyamaKurd Hat ragihandin ku îro 10ê Kanûnê li ser biryara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ku beriya niha dabû, beşa 7an a koçberên ji Sûriyê ji Kampa Holê hatin derxistin.

Hat diyarkirin ku hejmara wan kesên ji kampê hatine derxistin 350 kes bû û piraniya wan jin û zarokên ji Reqa û Tebqayê bûn.

Serokê Buroya Karûbarên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed li ser berdewama derxistina koçberan daye xuyakirin, demên pêş wê koçberên ji herêmên Cizîr û Mibicê jî ji kampê bên derxistin.

Hêjayî gotinê ye, li Kampa Holê ji bilî çekdarên DAIŞê bi deh hezaran koçber û malbatên DAIŞîyan dimînin ku li gorî rêkeftineke ligel eşîrên herêmê hatiye kirin, beş bi beş koçberên ji Sûriyê bi daxwaza xwe ji kampê têne derxistin.

Parve bike: