4 Ereban 118 donim erdê Kurdekî Kerkûkê dagir kir
PeyamaKurd - Li sînorê qezaya Dûzê ya parêzgeha Kerkûkê, 4 Erebên hawirde tevî ku berê qerebûya madî ya çareserkirina Madeya 140î wergirtibûn û zevî vala kiribûn, careke din zêdetirî 118 donim zeviyên çandiniyê yên malbateke Kurd li gundê Tepegulê dagir kirin.
Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihandiye ku ew Erebên hawirde piştî wergirtina qerebûyê berê ew erd hiştibûn, lê niha dîsa vegeriyan ser wan zeviyan û dest danîn ser milkê welatiyê Kurd.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û îsbatkirina xwedîtiya milk, Rêvebiriya Çandiniyê ya Kerkûkê belge û nivîsa piştgiriyê ya fermî ji bo piştgirîkirina malbata Kurd ji dadgehê re şandiye.
Nûnerê cotkaran Mihemed Emîn tekez kir ku dosyeya dozê niha di pêvajoya hiqûqî de ye û piştgiriya saziyên çandiniyê ji bo îsbatkirina mafê cotkarê Kurd ê li ser zeviyên bav û kalên wî girîng e.