Kurdistan
4 revandiyên Efrînî bi dayîna fîdyeyê hatin berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 4 welatiyên Efrînî yên ji aliyê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatibûn revandin, bi dayîna fîdyeyê hatine berdan.
Li gorî zanyariyan 3 kesên ji navçeya Mabata ya Efrînê hatibûn revandibûn, bi dayîna hezar lîreyên Tirkî hatin berdan ku navê wan revandiyên hatine berdan jî Reşîd Qasim, Mihemed Elî Neisan û Ramî Îbrahîm in.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihandiye ku doh 12ê Mijdarê jineke ku ji aliyê çekdaran ve ji gundê Kora yê navçeya Cindirêsê hatibû revandin a bi navê Ufe Sîdo ya 55 salî piştî dayîna 2 hezar dolar fîdye hatiye berdan.
Rêxistinê diyar kiriye ku ew jin du meh berê dema çûbû serdana keça xwe ya li Efrînê hatibû revandin.