4 welat li Hewlêrê nûnertiyên xwe vedikin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya berfirehbûna pêgeha dîplomatîk a Herêma Kurdistanê de, çar welatên girîng ên Cîhanê û Erebî bo vekirina nûneratiyên xwe yên fermî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê amadekariyên fermî dikin. Herwiha hate zanîn ku rênimayiyên îdarî yên Bexdayê û aloziyên navdewletî pêvajo hinekî dereng xistiye.
Endamê Lîjneya Peywendiyên Dereve li Parlamena Iraqê Zîrek Zêbarî ragihand ku welatên Ukrayna, Azerbaycan, Behreyn û Oman dixwazin nûneratiyên xwe yên fermî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê vekin.
Zêbarî da zanîn, van welatan beriya niha serî li Lîjneya Peywendiyên Dereve ya Parlamena Iraqê dane û niyeteke wan a cidî bo vê pêngavê heye, lê hinek sedemên derve li pêşberî bicihanîna bilez a vê biryarê bûne asteng.
Li ser sedemên paşketina vekirina nûneratiyan diyar kir, ji ber bandorên şerê Ukraynayê û hebûna hinek rênmayiyên îdarî ku divê li Bexdayê bên kirin, pêvajoya vekirina nûneratiyên Ukrayna û Azerbaycanê bi sistî bi rê ve diçe.
Zêbarî got, her du welatên Behreyn û Omanê amadebûna xwe ya temam nîşan daye, lê ji ber rewşa hestiyar a deverê û aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de, planên xwe yên vekirina nûneratiyan bo demekê paş xistine.
Zîrek Zêbarî tekezî li ser rola Parlamena Iraqê ragihand ku Lîjneya Peywendiyên Derve bi rengekî cidî li ser vê pirsê kar dike û erkê li ser milê wan e ku li Bexdayê zextê bikin û astengên îdarî rakin, daku ew welat bikarin di zûtirîn demê de nûneratiyên xwe li Hewlêrê vekin.