Kurdistan
50 koçberên Kurd ên dixwestin biçin Îtalyayê hatin rizgarkirin
PeyamaKurd - Serokê Saziya Lûtkeyê bo Karûbarê Koçber û Penaberan li Herêma Kurdistanê Arî Celal ragihand ku li Yunanistanê, belemeke koçberan rê winda kiriye û ji aliyê hêzên peravên Yunan ve hatiye rizgarkirin.
Arî Celal daye xuyakirin ku bûyer şeva borî qewimî ye û got: “Di nava belemê de 50 koçberên Kurd hebûn û hemû hatine rizgarkirin.”
Hat diyarkirin ku di nav belemê de 93 kes hebûn û 50 ji wan koçberan Kurd bûn û hemû hatine rizgarkirin.
Hat zanîn ku wan koçberan dixwest bi belemê ji Tirkiyê rasterast biçin Îtalyayê, lê ji ber ku belema wan li peravên Yunanistanê têk çûye nekarine biçin.