TR KU SO
FB X
Kurdistan

7 kolberên ji heman deverê birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 10 adar 2022 23:06

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li sînorê qezaya Pawe ya parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê 7 kolberên xelkê Selasa Bawecanî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandile ku şeva sêşema borî, hêzên Îranê li sînorê Newsûd yê ser bi bajarê Pawe teqe li hejmarek kolberan kirine û di encamê de sê kolberên xelkê Selasa Bawecanî birîndar bûn.

Herwiha roja çarşemê jî di bûyereke din de li ser rêya Pawe-Newsûd, otomobîlek wergeriyaye ku çar kolberên xelkê Selasa Bawecanî tê de bûn û li gor Hengawê her çar kolber birîndar bûne û ji bo Nexweşxaneya Pawe hatine veguhestin.

Parve bike: