TR KU SO
FB X
Kurdistan

8 DAISiyên xwe di nav koçberan de vesartibûn hatin desteserkirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 tebax 2019 19:37

PeyamaKurd - Li Kerkûkê komek endamên rêxistina terorîst DAIŞê hatin desteserkirin ku xwe wek koçber nîşan dabûn û derbasî Kerkûkê bûbûn.

Fermandarê operasyonên artêşa Iraqê li Kerkûkê Seid Herbiye da xuyakirin, doh li kampa Nezare ya koçberên Iraqî ku dikeve rojhilatê bajarê Kerkûkê, 8 endamên DAIŞê hatin desteserkirin.

Seid Herbiye da zanîn, ew endamên DAIŞê piştî ku DAIŞ li Mûsil û Hewîcê şikest, xwe di nav koçberan de veşartibûn û derbasî Kerkûkê bûbûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye li Kerkûkê heft kampên koçberan yên bi navên; Leylan-1, Leylan-2, Leylan-3, Daqûq, Yehyawe, Nezare û Bawe hene.

Parve bike: