80 rewşenbîran li dijî dabeşkirina Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd - 80 rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas û aktîvîstên sivîl ên Kurdistanê di daxuyaniyeke hevpar de bi sernavê "Bangawaziyek ji bo Parastina Yekîtiya Herêma Kurdistanê", helwesta xwe li dijî hewldan û kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo biherêmkirina Silêmaniyê diyar kirin.
Di bangawaziya ku roja Yekşemê 15ê Mijdara 2026an hat belavkirin de hate destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê berhema xebat, êş û dîroka hevbeş a tevahiya herêman e û cudahiyên bajar û deveran dewlemendiya Kurdistanê ne.
Îmzakeran tekez kir ku pirsgirêka sereke ne di yekgirtîbûna herêmê de ye, belkî di şêwazê birêvebirinê de ye û ji bo vê yekê jî divê çareserî di çaksaziya saziyan û dabeşkirina dadperwerane ya çavkaniyan de bê dîtin.
Rewşenbîran diyar kir ku Silêmanî ne milkê ti partiyekê ye û qewareya herêmê jî nabe bibe qurbaniya nakokiyên siyasî, û banga diyalog û yekrêziyê li hemû aliyan kirin.