94 sal di ser bidarvekirina Sêx Seîd re debas bûn: 'Em wî û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin'
PeyamaKurd - Cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî yên ku berî 94 salan li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin, hîn jî nayên zanîn. Neviyê Şêx Saîd Kasim Firat, diyar kir ku di sala 2010an de, ji bo vê mijarê daxwazname daye Meclis û Wezareta Karên NAvxweyî lê heya niha tu bersiv wernegirtiye
29 #haziran 1925, #SeyhSaid Efendi ve Dava arkadaşları #Diyarbekir 'de #idam edildiler... pic.twitter.com/F660bD05nL
— PeyamaKurd (@peyamakurd) 29 Haziran 2019
Serhildana Şêx Saîd ku weke yekemîn raperîna dîroka komarê tê zanîn, di 5ê Sibata 1925an de dest pê kir. Di Gulana 1925an de serhildana Şêx Saîd hat tepisandin û di Dadgehên Îstiqlalê de, ji bo bi sedan kesan biryara sizadana bidarvekirinê hat dayîn. Dadgeha Îstiqlalê ya Amedê, di 29ê Hezîrana 1925an de, ji bo Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî jî biryara bidarvekirinê da. Biryara dadgehê roja din li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat bi cî anîn. Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin bidarvekirin.
CIHÊ GORÊN WAN NEHATIN AŞKEREKIRIN
Li ser bidervekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî re 94 sal derbas bûn. Cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî hîn jî nehatine aşkerekirin. Li gel ku tê gotin cihê gora wan li qada nêzî Orduevî ye, lê di fermiyetê de tiştek wiha tune ye. Hemû hewildanên malbat û yên siyasetmedarên Kurd ên ji bo dîtina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên, bê encam mane. Malbatê berî 10 salan di 2010an de daxwazname da Wezareta Karê Navxweyî, lê heya niha tu bersivek nehatiye dayîn.
‘ARMANCA WAN EW BÛ LI KURDISTANÊ JIYANA AZAD AVA BIKIN’
Neviyê Şêx Saîd Kasim Firat derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîye û diyar kiriye ku serhildana Şêx Saîd a di sala 1925an de li Kurdistanê nav û deng da. Beşek ji hevpeyvînê wiha ye:
Firat, bal kişand ser berî sala 1924an û wiha got: “Li Kurdistanê piştî 1806an nêzî 20 serhildan çêbûn. Di wê sedsalê de, li Kurdistanê rihê azadiyê derketibû holê. Hedef û armanca kesên beşdarî serhildana Şêx Seîd bûn, li Kurdistanê avakirina jiyana azad û birûmet bû. Ji ber ku ji beşên cuda di nava vê serhildanê de hebûn. Kesên mîna Doktor Fûat, Fehmî Bîlal, Yûsûf Ziya, Şerko (Elewîbû), axa, xwendekar, şêx û leşker li hev kom bibûn û dixwestin jiyaneke azad li Kurdistanê ava bikin. Ji xwe gehiştin vê hedefa xwe jî û qezenc kirin.”
Firat, da zanîn ku di hedefê de ji holê rakirina Kurdan hebû û wiha bilêv kir: “Di asta heyî de, Kurdan îro qezenc kirine, ji polîtîkayên înkar û îmhayê rizgar bûne. Bi bedelên hatin dayîn û xwîna ku rijiyayî, li Kurdistanê hin tişt şîn kirin. Li Barzan, Mehabad û Dêrsimê jî serhildan çêbûn. Dîsan li serê çiyan û zindanan Kurdên li ber xwe didin hene. Êdî pirsgirêka Kurd veguhertiye, pirsgirêkek navneteweyî. Tenê ji destên Kurdan derketiye. Divê em xwedî li vê derkevin. Xwîna ku hat rijandin, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hin tişt şîn kirin. Divê em pir bi hêz lê xwedî derkevin. Lazim e em tu carî serî netewînin. Pêwîst e ku em yekitiya xwe ava bikin. Hemû pêşengên Kurdan, di serî de Serok Mesûd Barzanî divê xwedî li vê mijarê derbikeve û yekitiya xwe ava bike û di vê çarçoveyê de xitabî hemû cîhanê bike. Divê berjewendiyên takekesî nexe, pêşiya berjewendiyên gelê Kurd.”
‘JI SALA 1979AN VE EM LÊ DIGERIN’
Firat, dest nîşan kir ku ji sala 1979an ve lig ora Şêx Seîd digerin û wiha pê de çû: “Heya roja îro tenê bersiv jî ji bo me nehatiye dayîn. Em hemû dizanin gora wan li ku derê ye. Bi dehan car me serlêdan kir. Birayê min bi awayekî fermî di sala 2010an de serî li Meclîs û Wezareta Kurê Navxweyî da. Lê tu bersiv nehat dayîn. Ji şehîdên me û miriyên me ditirsin. Teqez em ê bigihin armanca xwe.”
Firat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Şêx Saîd û hevalên wî di salvegera wan a 94emîn bibîr tînin. Kurdistanê gelek bedel da, ew kirin çar parçe. Bi sedsalane em di nava êş û azaran de ne. Bila ji vê ders derxînin. Divê Kurd bibin yek. Li rêyeke wiha bigirin. Divê PKK û KDP bi hevre yekitiya xwe ava bikin. Divê Kurd jî mîna gelên din bijîn. Êdî bes e.”