TR KU SO
FB X
Kurdistan

9emîn salvegera Destana Sihêla: Pêşmerge êrîşa mezin şikand

Admin H
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2026 16:31

PeyamaKurd - Di salvegera nehemîn a Dastana Sihêlayê de, fermandarên Pêşmergeyan hûrgiliyên berxwedana 26ê Cotmeha sala 2017an gotin ku tê de êrîşeke berfireh a hêzên Iraqê û Heşdî Şebî hatibû şikandin.

Berpirsê Mîhwera Rojavayê Dicleyê ya Hêzên Pêşmergeyan Şêx Elî Gelîromanî diyar kir ku êrîş bi beşdariya 30 hezar leşker û zêdetirî 800 amûrên leşkerî li ser bereyeke 50 kîlometreyî hatibû destpêkirin, lê Pêşmergeyan bi moraleke bilind bersiveke tund da û derbeyeke giran li hêzên êrîşker xist.

Di şerê berevaniyê de ku fermandar Wehîd Bakozî jî di nav de 22 Pêşmergeyan jiyana xwe feda kirin û bûn şehîd, zêdetirî 250 çekdarên aliyê êrîşker hatin kuştin û neçar man paşve vekişin.

Fermandarên leşkerî tekez kirin ku piştî derbasbûna neh salan jî, hêzên Pêşmergeyan bi heman îrade û baweriyê di sengerên parastina axa Kurdistanê de ne.

Parve bike: