TR KU SO
FB X
Kurdistan

AFAD: Li Ezirganê bi pileya 3,8 erdhej çêbû

Admin M
Nivîskar
📅 12 mijdar 2022 01:51

PeyamaKurd – Rêxistina AFAD ê ya bi ser wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand ku li bakûrê Kurdistanê li bajarê Ezirganê li navça Tercanê bi pileya 3,8 erdhej çêbûye. Erdhej siet di 20.08 ê êvarê de, di kûrahiya 7 km yan di bin erdê de çêbû.

Di babeta zerara maddî û canî te ti agahiyekî neyînî heya niha nehatiye gotin. Bajarê Ezirganê li ser xeta erdhejê ye û herî dawiyê di 13ê adara sala 1992an de li Ezirganê erdhejekî mezin bi pileya 6.8 çêbû û 653 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Parve bike: