TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agir bi dibistana keçikan ket, 16 xwendevan mirin û 79 jî birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 28 gulan 2026 21:10

PeyamaKurd – Li Bakûr-Rojavayê Kenyayê di dibistana keçan ya xewî de agir pêket û di encamê de 16 xwendevan mirin û 79 xwendevan birîndar bûn.

Rêvebirê asayîşa herêma Rift Valleyê Samuel Ndanyidi daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got ku di derengê şevê de, li bajarê Nakuru di dibistana xewî ya keçan de şewat derketiye.

Wezîrê perwerdê Julius Ogamba jî di daxwuyaniya xwe de got ku di wexta şewatê de di dibistanê de 808 keç hebûne, ji wan 79 keç birîndar bûne. Ji wan 71 keç tedawî kirine û wan ji nexweşxanê şandine malên wan. Tedawaiya yên din dewam dike û 16 kes wefat kirine.

Parve bike: