TR KU SO
FB X
Kurdistan

Agir bi otobusê ket û bi temamî sewitî

Admin M
Nivîskar
📅 18 gulan 2023 01:13

PeyamaKurd – Li ser rêya Diyarbekir û Xarpêtê (Elaziğ) di hevraza Kinederîçê de otobusa ku di rê de diçû, ji nîşka de agir pêket. Ji ber bi lez rêwiyan ji otobusê derxistin, kes nemir û birîndar jî nebû. Otobus ji Diyarbekirê diçû bajarê Atrvinê û Hopayê terefê Derya Reş.

Li ser bûyerê agahiyê dan şaredariya Xarpêtê tîmên îtfaiyê. Agirê otobusê vemirandin lê ji otobusê tenê îskeletê wê ma. Otobus ya bajarê Diyarbekirêye.

Polîs û cendirme dixebitîn da sedema agirpêketina otobusê bizanibin.

Parve bike: