Ahmed Turk bersiv da Erdogan: Xwedîyê vê axê yê heq em in
PeyamaKurd - Endamê Hevseroktîya Şaraderîya Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk bersiv da Serokkomarê Tirkîyê Erdoğan, " dibêje li vî welatî cihê we nîne, em gelin, em Midyadî ne, Nisêbînî ne, Derikîne, Mêrdînî ne, em in xwedîyê vê axa qedîm yê rastî .Siyaset herimandîya.
Turk, " Civak kirîyê dû beş, cûdahîya xistîye nav civakê kirinê dijminê hev" wiha domand. AKPê ev 17 salê li ser karê ez bînim bîra wa.
Qala aborîya nakin, qala heq û hiqûqê nakin, qala mafê mirova nayê kirin.
Şaredarîyên bajarê kurdan hatine destê ser kirin bi qayûma, Turk wiha berdewam kir: 97 Şaredarîyên me hatine destê ser kirin. Serokê Şaredarîyên me nivî behtir di zindana dene. Ji ber ku xizmeta gel kirine, ji ber ku ji demokrasîyê bawer kirine, ji ber ku xwestîne jiyanek azad bidin gelê xwe îro di zîndana de ne . Ez vê jî bêjim em serbilindin, 97 Şaredarîyan me de ne ruşvet û ne jî bê hiqûqî hebûn. Em ji ber nasnama xwe, bawerîyên xwe û sîyaseta xwe tên darizandin. Bila zanibin ku ji bo gel, azadî û demokrasîyê bedel çibe emê bidin û dest ji doza xwe emê bernadin. Bila bibînin .