Kurdistan
Ahmet Türk: Bila Soylu were em bi hevre li belgeyan binêrin
PeyamaKurd- Piştî şaredarên Wanê, Diyarbekirê û Mêrdînê ji wezîfeyên wan hatin girtin û qayyûman danîn şûna wan, her sê şaredar bûn mêvanê bernameya zindî ya Halk tv yê. Di bernamê de Ahmet Turk behsa sitendina wan ji wezîfê, di wê pêvajoyê de çi jiyane, deynên belediye û fatûrayên ku ji qeyyûman mane, kir. Ahmet Turk weha got:
“Ji belgeyan tê fêmkirin ku ji roja me dest bi wezîfê kiriye, wê destê me ji şaredariyê vekişandina lê bi sedema ku hilbijartina Îstenbolê beltal bû, mijarê paşde xistin. Ez bangê li wezîrê karên hundir dikim. Bila ew jî were, em temamê belgeyan bi hevre binêrin. Me bo kî û ji ku derê re pere şandiye? Ji roja me dest bi wezîfê kiriye, li belediyê mufettîş heye.”